Serdegirtina qursa Qur’anê! 21 zarok hatin qetilkirin

Li Efxanistanê di serdegirtina ku li qurseke Qur’anê hat kirin de 21 zarok hatin qetilkirin.

Hat ragihandin li bajêra Meyda Vardaka li başûrê Kabîla Efxanistanê hêzên leşkeriyê yên ku girêdayê Hikûmeta Kabilê ne di ser qurseke Qur’anê de girtin. Di serdegirtina ku hat kirin de 21 zarok hatin qetilkirin.

 Di saziyên çapemeniya ku nêzîkî birêveberiya Kabîlê ne de di derbarê serdegirtina ku li hember Talîban hat kirin de  hat serwîskirin ku “şervan” hatine kuştin. Lê belê  Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd  derbarê mijarê de diyar kir  li navçeya Nirha girêdayê bajêra Meydan Vardakê di wextên êvarî de li ser qurseke Qur’anê de hat girtin û di serdegirtinê de herî kêm 21 telebe hatin kuştin û çend telebe jî birîndar bûn.

Zebîullah Mucahîd her wisa derbarê mijarê de diyar kir ku ev yek “sûcê şer” e.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin