Serdozgeriya Komarê ya Entelyayê derbarê pirtûka "Nîşanên li ser Rê" de daxuyaniyek da

Serdozgeriya Komarê ya Entelyayê qebûl kir ku berê biryarek derbarê çapkirin, belavkirin û desteserkirina pirtûka Seyyîd Qutb "Nîşanên li ser Rê" de hatibû dayîn, lê diyar kir ku niha qedexeyek di meriyetê de nîne.

Serdozgeriya Komarê ya Entelyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber parvekirinên li ser hinek platformên medyaya civakî yên ku îddîa dikin pirtûka Seyyîd Qutb "Nîşanên li ser Rê" hatiye qedexekirin û fermana desteserkirinê hatiye dayîn, pêdivî bi agahdarkirina rast a raya giştî heye.

Serdozgeriya Komarê ya Sereke qebûl kir ku qedexeyên berê li ser pirtûka navborî hatibûn dayîn û wiha got: "Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Entelyayê, hatîye fêmkirin ku biryara çapkirin, belavkirin û desteserkirinê ya derbarê pirtûka Seyyîd Qutb a bi navê 'Nîşanên li ser Rê' bi biryara Dadgeha Sulhê ya 5emîn a Entelyayê ya bi dîroka 16ê Cotmeha 2026an û bi jimareya 2026/7937 D. İş hatiye rakirin. Ji ber vê yekê, di vê merhaleyê de, li ser pirtûka navborî qedexeyek çapkirin, belavkirin an desteserkirinê tune ye." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Problemê trafikî yê Diyarbekirî ganî bêro hal kerdene!
Weqfa Evîndarên Pêxember dest pê kirin
Li Dîyarbekirê 123 kîlo esrar hat bidestxistin
Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Divê demildest pirsgirêka trafîkê ya Dîyarbekirê were çareserkirin!