Şerê DÎŞI û Pêşmergeyan

Hat ragıhandın ku lı celawlaya bajaroka dıyalayê dı şerê navbera grûba dîşı û pêşmergeyan de 10 kes hatıne kuştın.

Hat ragihandin ku li Celawleya bajaroka Diyalaya bajarê Iraqê, di şerê navbera endamên grûba DÎŞI û pêşmergeyan de, 9 milîtanên DÎŞIyê û pêşmergeyek hatiye kuştin.

 


Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine hildan li herêma Wahdeya navenda Celawleyê, komên çekdar ên DÎŞIyê û pêşmergeyan şer kirin. Di vî şerî de 9 endamên DÎŞIyê û pêşmergeyek hat kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.


Li welêt ev demek e ji ber tunebûna otorîteyê şer didome. Komên çekdar ên ku pêşengiya wan DÎŞI dike, bajarên Mûsil, Baqûba û Telafer, navçeyên El-Qaîm, Rawe, Aneh û Hadîsêyê yên bajarê Enbarê bi dest xistine. Ji ber pevçûnan milyonek kesên sivîl cî û warên xwe terikandine.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin