Serê Esed Di Belayê De Ye

Muxalefeta Hundir û Derve, Veqetandina Ji Ordiyê, Şer û Kuştin Esed Bi Tenê Dihêle

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Sûriye şer dewam dike. Di operasyonan de nêzî 30 kes hatin qetil kirin. Operasyon bi êrîşên hewayî hatin rast kirin. Şopandina  heqên însana ya Sûriye got ku di operasyonên li bajarê Îdlîb, Heleb, Hûmûs û Şamê de, nêzî 30 kes hatine kuştin.

Li aliyê din hat îddîa kirin ku qomandarê alaya 105an a yekîtiya muhafizên cimhûriyetê Tûğgeneral Menaf Tlas, dev ji yekîtiya xwe berda û Sûriye terk kir, hat Tirkiye. Malpereke ku nêzî ordiya Sûriye ye, li ser agahiyên îstîxbaratê, vê revê îfade kir. Îddîa ku Menaf Tlas tevlî ordiya azad buye, nehat rastandin. Hat gotin ku bavê Tlas jî, di hikûmeta Sûriye de, 34 salan wezîfa wezîrtiya parastinê kiriye.

Yekîtiya ‘Ereb jî dîsa ji bo xelasbûna ji qirîza Sûriye, gazî her dû aliyan kir ku li ser plana aşîtiyê ya Kofî Annan, li hev bikin. Alîkarê sekreterê giştî yê Yekîtiya ‘Ereb Ehmed bîn Hîllî wiha got “Yekîtî hê li ser plana aşîtiyê ye. Mudaxela eskerî, ne ji bo feyda millet û dewleta Sûriye ye. Em dixwazin her dû alî, guh bidin plana Kofî Annan”  (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be