Serokatiya karên Diyanetê, dixwaze camiyan bike hêlîna zanînê. Ji ber vê yekê jî, li camiyan kitêbxaneyên modern ava dike.
Serekê diyanetê Mehmet Gormez wiha got “Bi qasî ku camî û kitêb babetî hevin, tu tişt babetî hev nabin. Em dixwazin zarok û ciwanên ku tên camiyan, ji kitêbxana camiyê îstîfade bikin. Ji ber vê yekê jî, wê van kitêbxane bi kitêb û materyalên vîdeoyê dewlemend bin. Wê xwendekar karibin li wir dersê bibînin, spartekên xwe çêkin û lêkolînê bikin. Digel tehsîla dînî wê tehsîla mektebê jî bibînin.”
Mehmet Gormez, di dewamiya xeberdana xwe de wiha îfade kir “Wê van kitêbxane, li gor welatiyên astengdar jî bêne avakirin. Di hinek saetan de, kesên nabînin wê karibin bi elîfbaya Breylê, dersa Quranê bibînin. Wê hemî welatiyên astengdar, bi wesaîtên serwîs karibin herin van kitêbxanan. Serokatiya Diyanetê, ji bo welatiyên astengdar bi navê “Kesên ji dil dibînin” kitêbek îlmîhalê amade kiriye. Wê ev îlmîhal li van hemî kitêbxana peyda be. Di van kitêbxanan de, wê kesên ji dîtinê mehrûm, karibin bi wasîteya guhikên cîhazan, Quran û îlmîhal û kitêbên dînî guhdarî bikin.”