Serokatiya Navçeya Çinarê ya HÛDA PARê, di daxuyaniya nivîskî ya ku da de, pêşniyarnameyên ku endamên Meclîsa Şaredariya Çinarê di navbera 3ê Çileya 2025an û 7ê Îlona 2026an de dabûn, ji raya giştî re eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê gelek pirsgirêkan de wekî rêyên nav gundan, pêdiviya av û qanalîzasyonê, pirsgirêka kûçikên beredayî, avakirina mizgeft û malên şînê de pêşniyarname hatine dayîn.
Serokatiya Navçeya Çinarê ya HÛDA PARê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê li navçeya Çinarê şopînerên pirsgirêkan bin û ragihand ku wan ev pêşniyarnameyên jêrîn dane:
PÊŞNIYARNAMEYÊN KU ENDAMÊN MECLÎSA ŞAREDARIYA ÇINARÊ DANE