Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik beşdarî bernameya weşana zindî ya televîzyonekê bû û di bernamê de di derheqê operasyonên ku li El-Babê tên kirin de û di derheqê operasyonên Minbiç û Raqqayê de daxuyanî da.
Işik di daxuyaniya ku da de destnîşan kir El-Bab hatiye dorpêçkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî El-Babê ji bo me tu tişt girîng in. Yek Minbic ya din jî Reqqe ye. Hebûna PKK/PDYê ya li Minbicê nayê qebûlkirin. Em di domandina vê hedefê de biqerar in.”
Işik her wiha destnîşan kir dê sibe Sererkanê DYAyê Joseph Dunford bê Tirkiyê û dê pê re operasyona Reqqayê bê axavtin.(ÎLKHA)