Serîyeyên Qudsê: Şehadeta fermandaran dê herbê nede sekinandin

Serîyeyên Qudsê ya ku baskê leşkerî ya Cîhada Îslamî ye destnîşan kir, komên berxwedanê bi mehan amadehîya vê herbê dikirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serîyeyên Qudsê ve wek bersiv ji Netanyahuyê terorîst û îşxalker re hat dayîn de wisa hat gotin: “Em ji Netanyahu re û ji fermandarê wî yê mexlûb ê artêşa wî re dibêjin: Komên berxwedanê bi mehan amadehîya vê herbê dikirin. Şehadeta fermandaran dê herbê nede sekinandin;bîleqs ew ê xurttir û dijwartir bike.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, şehadeta fermandarên bi navê Samîh Memluk, Basim Îsa û birayên wî nîşan dide ku fermandar di herbê de di sefên herî pêşde ne û herbê îdare û sewq dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"