Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derheqê êrîşa Wanê de daxuyanî da

WAN - Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derheqê êrîşa navçeya Erdîşa Wanê ya ku ji teref PKKyiyan ve li qereqolê hat kirin de daxuyanî da.

Serkantiya Giştî ya Leşkerî di derheqê êrîşa navçeya Erdîşa Wanê ya ku ji teref PKKyiyan ve di derdora saet 00.20an de bi wesayîta bommbebarkirî li qereqola cendirmeyan hatibû kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê wiha hat diyarkirin: “Di 10ê Tîrmeha 2016an roja yekşemê di derdora saet 00.20yan de li Erdîşa Wanê ji teref terorîstên mensûbê rêxistina terorê ve êrîşa wesatîta bombebarkirî li qereqola cendirmeyan hatiye kirin. Di encama êrîşa xayîn de leşkerek û gundparêzek şehît bûne û 10 leşker û 5 gundparêz jî birîndar bûne. Birîndaran demildest rakirine nexweşxaneyê. Dermankirina wan didome.” (ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye