Li navenda Şernexê qedexeya ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû û 8 meh domî doh ji saet 05.00an pê ve hat rakirin. Vegerîna gelê Şernexê ya ku piştî vê rakirina qedexê dest pê kiribû didome.
Gelê dê ji derveyê bajêr werin naven ji bo ku zehmetî û astengî çênebe dê îro nişteciyên taxên Ataturk û Vakifkent, sibe Şehrî Nuh û Guneydogu, 16ê Mijdarê Aydinlikevler û Îsmetpaşa, 17ê Mijdarê Cumhurîyet û Îsmetpaşa, 18ê Mijdarê Yeşîlyurt û Bahçelîevler, 19ê Mijdarê jî yên taxên Yenîmahalle û Dîcleyê were hilgirtin.
Rauf Yurekê ku mala wî ji ber şer û pevçûnan xisarê dîtiye diyar kir ku ev bi rakirina qedexeya derketina derve re hatine malên xwe. Yurek diyar kir ku wî berê ji emniyetê destûr sitandiye da ku were mala xwe kontrol bike.
“Xweda bela bide kesên ku bûne sedema vê yekê”
Yurek diyar kir ew bi bawer in ku dê hêdî hêdî her tişt têkeve rêya xwe. Dûvre Yurek wiha destnîşan kir: “Em mala xwe ya ku zirarê dîtiye tamîr dikin. Dê jiyan bidome. Xweda bela bide kesên ku bûne sedema vê yekê. Gelê me ya ku mexdûr bûne pir in. Xweda alîkariya herkesê bike. Heke dewlet alîkarî bike em bawerin ku dê ji berê xweştir bibe.”
Ji esnafê bajêr Sînan Yeşîlbaş diyar kir ji bo ku birîn werin pêçandin bi hev re dest bi xebatê kirine. Yeşîlbaş diyar kir ji ber êrîşên PKKê gelek der û dikan bûne kavil. Esnafê ku dikanên wan zêde zirarê nedîtine dest bi paqijkirina dikanên xwe kirine.
Dûvre Yeşîlyurt wiha axavtina xwe domand: “Înşellah dê em rojên xweş bibînin. Em hêvîdar in. Her kesên ku vegerane bajêr bi mal an jî dikanên xwe re mijûl in.”
Her wiha xwendekarên ku piştî 246 rojan hatin cemhev pir kêfxweş in. Ji aliyekê ve di dibistanan de sazkirina ji nû ve û tamîra dibistanan didome ji aliyekê ve jî xwendekar ji nû ve qeyda xwe çêdikin.
ÎLKHA