Serok Barzanî li gel Hekîm encamên hilbijartinan nirxand

Li destpêka hevdîtinê de Seyîd Emmar El Hekîm ji bo koça dawiya xuşka rêzdar pirse û serxweşiyên xwe gihand Serok Barzanî, paşê rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û pêvajoya navçeyê û guhertin û pêşhatên wê ha

Li destpêka hevdîtinê de Seyîd Emmar El Hekîm ji bo koça dawiya xuşka rêzdar pirse û serxweşiyên xwe gihand Serok Barzanî, paşê rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û pêvajoya navçeyê û guhertin û pêşhatên wê hate nirxandin.

Piştî nîvroya îro sêşem 14/05/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şanda li gel kir.

 

Li destpêka hevdîtinê de Seyîd Emmar El Hekîm ji bo koça dawiya xuşka rêzdar pirse û serxweşiyên xwe gihand Serok Barzanî, paşê rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û pêvajoya navçeyê û guhertin û pêşhatên wê hate nirxandin.

 

Li mijareke dinê hevdîtinê de behsa pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehên Iraqê û encamên wê kirin, li vî derbarî de Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê got: Encamên pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehan derxist ku welatî îro hez bi asayîş û aramiyê û dabînkirina xizmetguzariyan dikin. Her wiha li gel diyalog û pêkvejiyan û hikumraniya hevbeş dane û hemû cûre xwesepandinek ret dikin û dixwazin li bexteweriyê de bijîn.

 

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi germî bi xêrhatina Seyîd Emmar El Hekîm kir û behsa nêrîna xwe ya di derbarê çawayiya berev ‌pêşbirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kirin. Di derbarê encamên pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehan jî got: Îro welatî gihîştîne astekî bilinda hişyariyê û gelek bi başî dikarin biryarê li çarenûsa xwe bidin. Her du alî li ser ewe hevrê bûn ku pêvajoya siyasiya Iraqê pêwîste biçê ser rêya dirust û prensîpên hevbeşî û hevsengî û sazî li ber çav bêne girtin.

 

Hêjayî gotinêye îro Seyîd Emmar El Hekîm û şanda li gel serdana Herêma Kurdistanê kirin û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêzdar Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmet û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin. Rojevakurd

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar