Serokatiya Karên Diyanetê ew ê ji bo astengdaran îmtîhana bi xelata umrê tertîp bike

Ew ê ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve di 17ê Tebaxê de ji bo kerran îmtîhanek bê tertîpkirin ku xelata wê jî umre ye.

Miftiya Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyenê ku derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir di bergeha vê îmtîhanê de ji Diyarbekirê re 2 kontejan hatine veqatandin. Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li bajêr ji bo kesên astengdar qursên cûrbecûr vedikin û bi van qursan zarok gelek zanîstên dînî hîn dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vê îmtîhana ku dê bê kirin tê xwestin ku xwesteka tahsîlkirina ilmê ya zarokan bê zêdekirin. Serokatiya me ya Karên Diyanetê  ji bo vê xwestekê zêdetir bike û ji bo ew kesên astengdar pişta xwe ne din jiyanê û karibin li ser piyan bisekinin van îmtîhanan  tertîp bike.  Ew ê îsal ji komeke astengdar re di encama îmtîhanê de xelata umrê bê dayîn û ew ê bên şandin axên pîroz.”

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de diyar kir kesên ku bixwazin têkevin îmtîhanê dikarin li miftîtiyan serîlêdanên xwe bikin û dîroka dawî ya muracatê 11ê Tebaxê ye.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe