Serokatîya Şaxên Ciwanê HUDA PARê yê Çewligê şehîdên medreseyê li ser gora wan yad kir

Şaxên Ciwanîyê yê Çewligê ya HUDA PARê, piştî bernameya nimêja serê sibê şehîdên medreseyê Şehîd Suleyman Berdîbek û Zîya Kayliyê ku li Çewligê di sala 1993yan de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin li ser gora wan yad kir.

Serokê Bajarê Çewligê yê HUDA PARê Refîk Alpaya, ji ekîba Ciwana Azad ên ku şehîdan zîyaret kirin re hevaltîyê kir.

Refîk Alpaya li ser gora şehîdan axaftinek kir, di axavtina xwe de îfade kir ku cihê şehîdan di civaka Îslamê de ciheke gelek muhîm e, şehîd tu car ji wan re winda nînin gelek qezencên wan hene ji wan re, Alpay ji civanan re şîretan kir ku bila jiyana pêşengên ku malên xwe û canên xwe ji bo Îslamê feda kirine bixweyînin û ji jiyana wan ji bona xwe dersan û îbretan derxin.

“Emê xwedî li mîrasa ku şehîd ji me re hêştine derkevin”

Serokê Şaxên Ciwanîyê Çewligê ya HUDA PARê Yusuf Dogru jî di zîyareta şehîdan de axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bona wan pêşengin û mirovên mînak in. Egîdên ku ji bona Îslamê canê xwe feda kirine îftîxarê wan in, “Xwedê ji me re şehîdan daye hezkirin, em xwezîyê xwe ji wan re tînin, Şehîd Zîya û Suleyman li herêma me planên rêxistinên xeyrî Îslamî xera kirine, ji bona me wek ciwanan re micadeleyeke mînak mîras hêştine. Ew ji bona Xwedê canê xwe feda kirine, ji bona Îslamê ji hebûna xwe cuda bûne û daxwazîya Xwedê tenê ji xwe re kirine hedef û ev tiştê jî bi xwîna xwe yê ku rijandine îspat kirine. Ew ê ku li ser stûyê me ye jî ev e ku em xwedî li mîrasa wan derkevin û rêya wan bişopînin. Em ê şehîdên xwe bîrva nekin û nedîn ji bîrkirin.”

Bername, bi pêşkêşkirina ji heyatên şehîdan dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin