Milletê Tikriyê do ji bo hilbijartina serokcimhûriyê, çû ser sindoqan û Serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan wek serokcimhûrê 12an hilbijart. Li Tirkiyê cara ewil e ku serokcimhûr ji aliyê xelkê ve tê hilbijartin.
Erdoğan li gorî encamên ne resmî, ji sedî 52ê rayan bidest xistin. Namzetê avanî Ekmeleddîn Îhsanoğlu ji sedî 38 noqte 4ê rayan bi dest xistin û Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 9 noqte 8ê rayan bi destxistin.
Receb Tayyîb Erdoğan, di hilbijartinan de li 55 bajaran piraniya rayan bidest xistin. Raya herî zêde jî ji Rîzeya memleketê xwe bi rêjeya ji sedî 80 noqte 52an bi dest xist.
Erdoğan li seranserê Tirkiyê bi ser reqîbên xwe xist, tenê li bajarên rexê Behra Sipî û Egeyê Ekmeleddîn Îhsanoğlu û li hêla rojhilat jî Selahattîn Demîrtaş bi ser xistin. Li seranserê Tirkiye û derveyê welêt, beşdariya hilbijartina hindik bû. Li gorî daneyên Heyeta Bilind ya Hilbijartinê, ji nêzî 53 milyon hilbjirêran, nêzî 13 milyon kes neçûne ser sindoqan. Di hilbijartinên herêmî ya di 30ê Adarê de, beşdarî ji sedî 89 bû. Niha beşdarî daketiye ji sedî 75an.
Pey encamên ne fermî serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan, li Enqerê mesaja yekîtiya da. Li merkeza giştî ya Ak Partiyê xîtabî xelkê kir û got ku hemû Tirkiyê qezenc kiriye û wiha dewam kir: “Kesên ku xwe elît û yên ğeyrî xwe kesên normal dibînin, xwe bi perwerde û tore dibînin û yên ğeyrî xwe jî cahil dibînin, kesên xwe bişiûr û yên ğeyrî xwe jî nezan dibînin, bila muhaseba ûjdanê xwe bikin.”
Erdoğan di xeberdana xwe da zanîn ku wê xebatên pêvajoya çareseriyê û micadela li ber rêxistina paralelê jî bidomînin.
Dengê Xana Axpar