Serokê AK Partiyî gafek mezin kir

Nîmet Aksoyê Serokê Navçe yê AK Paşrtiyêdoh di bernameya ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî beşdarî bûbû de axavtinek kir û di axavtina xwe de gafek mezin kir.

Wezîrê Karên Hundir doh ji bo ziyaretinan çû Farqîna navçeya Diyarbekirê û beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bû  û xîtabî xelkê kir.

Nîmet Aksoyê Serokê Navçe yê AK Partiyê beriya axavtina Suleyman Soylu axavtina silavkirinê kir. Aksoy di axavtina xwe ya ku kir de bi şaşîtî Wezîr Soylu wek ‘mîmara kaosa li heremê’ wesfand û gafeke mezin kir.

Aksoyê ku di dîmenan de tê dîtin bi kelecan e di axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Birêz wezîrê me, hizûrê herema me, mîmarê herema me, mîmarê teror, kaos û tevlîheviyê Birêz Wezîrê me Suleyman Soylu Beg, ez nebêjim çênabe ewladê mêrxas a Behra Reş. Bi xêr hatiye û şeref daye.”

Di dîmenan de tê dîtin hinek partiyî ji gotinên Aksoy haydar bûne û wî îqaz kirine, lê dîsa dîmenan de tê dîtin  hinek partitî  ji van  gotinên Aksoyî çepikan lê dixin.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe