“Serokê Amerîka kar ji tehmê derxistîye”

Serokwezîr Bînalî Yildrim derbarê gefa ku ji teref Amerîka ve li welatên ku di dengdayînali Konseya Ewlehîyê ya NYyê tenê hiştin xwar di bîran xist û got: “Serokê Amerîka kar ji tehmê derxistîye.”

Qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta siyonîstên îşxalker piştî ku di Konseya Ewlehîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat gotûbêjkirin û ji teref Amerîka ve hat vetokirin re, vêcar jî dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê gotûbêjkirin û dê bo pêşnûmayê di seat 18.00an de deng bê avêtin.


Trump berîya dengavêtinê di daxuyanîya ku belav kiribû de gefê li welatên ku endamên NYyê ne xwaribû û wisa gotibû: “Ji me bi sedan milyon  hetta bi milyar dolaran  alîkarîyê distînin. Dû re jî radibin li dijî me deng didin.Em dengan dişopînin.Dev ji wan berdin bila li dijî me deng bidin. Em ê wê demê gelek pereyan di destên xwe de bigrin. Êdî ne xema me ye.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê van gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump de  daxuyanî da û got: “Serokê Amerîka kar ji tehmê derxistîye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin