Serokê Bajarê Colemêrgê yê HDPê hat girtin

Li Colemêrgê Serokê Bajarê Colemêrgê yê HDPê Metîn Besî û Serokê Kevin ê Şaredariya Colemêrgê Kazim Kurt jî di nav van de bi tevahî 9 kes hatin girtin.

2 hefte berê li Colemêrgê operasyon hatibû lidarxistin û di encama operasyonê de Hevserokê Bajarê Colemêrgê yê HDPê Metîn Besî û Serokê Kevin ê Şaredariya Colemêrgê Kazim Kurt jî di nav van de bi tevahî 15 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî lêpirsîna ku hat kirin F.K. di midûrtiya ewlehiyê de, C.K. jî piştî îfadeya wî ya li serdozgeriyê hatin serbestberdan. 13 kesên din bi hinceta endambûna rêxistina terorê derketin dadgehê.

Di mehkemê de Serokê Bajarê Colemêrgê yê HDPê Metîn Besî û Serokê Kevin ê Şaredariya Colemêrgê Kazim Kurt, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê Îlhan Akbaş, Hevseroka Navçeya Navend a DBPê Emîne Armut, rêvebirê kevin ê DBPê Omer Kaya, karkerê şarederiya Mesut Ozdemîr, Hevserokê Navçeya Navend ê HDPê Asim Ozcan, Serokê Kevin ê Meya-Derê Bedîrhan Koç û Hakan Abî hatin girtin. E.A, M.K, S.O û Î.A jî bi şertê kontrola adlî hatin serbestberdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye