Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Zeynul Abidin Gülsever, bi Serokê Navçeya Yenîşehîrê Mehmet Demir re li Taxa TOKÎ ya Üçkuyuyê serdana dikandaran kir. Gülseverê ku daxwaz û gilîyên dikandaran guhdar kirin, derbarê pirsgirêkên binesazî, sererastkirina hawîrdorê, rê, xaçerê û komkirina çopê yên li taxê de daxuyanî dan.
Gülseverê ku diyar kir Taxa TOKÎ ya Üçkuyuyê ji aliyê nifûs û cîwarbûnê ve bûye qadeke cîwarbûnê ku ji gelek navçeyan mezintir e, îfade kir ku tevî îmkanên erdnîgarî yên taxê, di warê xizmetê de kêmasiyên cidî dijîn.
“Divê xizmetên tên kirin di wextê xwe de û bi rêkûpêk bên temamkirin”
Gülseverê ku diyar kir xebatên parkê yên li taxê bi mehan e nayên temamkirin, got ku xirabûna li ser sekiyan, çalên li ser rê û golên avê yên piştî baranê çêdibin bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dikin.
Gülseverê ku destnîşan kir tenê destpêkirina xizmetan têrê nake, divê di heman demê de di wextê xwe de û bi awayekî rêkûpêk bên temamkirin, anî ziman ku bi taybetî di hewayên bi baran de li taxê çûnûhatin bi awayekî cidî têk diçe.
“Çêkirina rêya binê erdê ya li xaçerêyê dê trafîkê rehet bike”
Gülseverê ku bala kişand ser wê yekê ku xaçerêya li ketina Taxa TOKÎ ya Üçkuyuyê ji aliyê trafîkê ve pirsgirêkeke girîng çêdike, diyar kir ku ew rê ji bilî ku girêdana rêyên Elezîz, Farqîn û Bismilê pêk tîne, ji bo gihîştina nexweşxaneyan jî bi awayekî zêde tê bikaranîn.
Gülseverê ku îfade kir bi taybetî di hin saetên rojê de li xaçerêyê qerebalixiyeke cidî ya trafîkê çêdibe, da zanîn ku pêkanîna projeya rêya binê erdê ya li herêmê dê hem herikîna trafîkê rehet bike û hem jî gihîştina taxê hêsan bike.
“Konteynerên çopê kêm in, tax li benda xizmetê ye”
Gülseverê ku diyar kir xizmetên komkirina çopê yên li taxê jî kêm dimînin, îfade kir ku konteynerên çopê yên li hin cihan hewcedariyê pêk naynin û konteynerên heyî di nav rojê de di demeke kurt de tijî dibin.
Gülseverê ku bala kişand ser wê yekê ku kom bûna çopê dikare ji aliyê hawîrdor û tenduristiya gel ve bibe sedema neyîniyan, got ku divê rayedar bêyî windakirina demê destwerdana vê pirsgirêkê bikin û hejmara konteyneran a li taxê zêde bikin.
“Niyeta me xwarina tirî ye, ne lêdana xwediyê rezê ye”
Gülseverê ku anî ziman gelê Diyarbekirê di hilbijartinan de tercîha xwe nîşan daye lê li hemberî wê xizmeta têrker negirtiye, diyar kir ku divê hemû saziyên ku berpirsiyariya wan heye erkên xwe bi cih bînin.
Gülseverê ku destnîşan kir wekî HUDA PARê ew kesên ku xizmetê hildiberînin teqdîr dikin û ji anîna ziman a kêmasî û astengiyan jî dudil nabin, got: “Niyeta me xwarina tirî ye, ne lêdana xwediyê rezî ye. Hêviya me ew e ku rayedar van pirsgirêkan bibînin û xizmeta ku heqê welatiyên me ye pêşkêş bikin.”
Gülseverê ku diyar kir ew dê pirsgirêkên şêniyên taxê û dikandaran bînin rojevê, îfade kir ku wekî HUDA PARê ew dê şopdarê pirsgirêkên li Taxa TOKÎ ya Üçkuyuyê bin.