Serokê Dewleta Filîstînê Abbas: Em ê bo Qudsê şer bikin

Serokê Dewleta Filîstînê Mahmud Abbas destnîşan kir ew wê qerara Trump a Qudsê wek paytexta îşxalkeran red dikin û diyar kir ew ê bo Qudsê şer bikin.

Abbas di daxuyanîya ku  da de destnîşan kir ev bo şerekî olan derxînin hincetekê digerin û dû re wiha got:  “Ev bi salan e ku Amerîka xwedî erkekê bû. Ev yek tê wateya îsraîl bi mukafatkirinê. Ew ê ev yek ji rêxistinên radîkal re bibe alîkar. Ev bo herba olan derxînin bihaneyekê digerin. Ew ê ev yek bibe şereke navneteweyî ya ku dawî lê neyê. Me hertim hewil da da ku ev tişt nebin. Me ji bo aştîyê, ji bo terikandina axên ku hatine îşxalkirin û ji bo Fîlîstîneke serbixwe xebîtî.”

Abbas di dawîya axavtina xwe de diyar kir qerara Trump dê statuya Qudsê nedê guhartin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Quds paytexta dewleta Fîlîstînê ye.  Qerara Trump dê statuya Qudsê nedê guhartin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin