Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê: Li Kerkûkê nabe Ala Kurdistanê bê xwarê

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî biryara Parlamentoya Iraqê red kir û diyar kir Li Kerkûkê nabe Ala Kurdistanê bê xwarê.

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî di derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya di derheqê bilindkirina ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de daxuyanî da endamên çapemeniyê  û tewra Encumena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir.

“Em vê biryara Parlamentoya Iraqê bicih nayênin”

Talebanî di daxuyaniya çapemeniya ya ku da endamên çepemeniyê de wiha ragihand "Em vê biryara Parlamentoya Iraqê bicih nayênin. Lewra meclis  ne mecbûr e her qerarê bicih bîne. Mehkemeya Federalî bi xwe ev hukim daye. Ji ber vê yekê ev biryar li Kerkûkê nayê bicihkirin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin