Serokê Giştî yê HUDA PARê banga destekê bo berxwedana Filistînê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglû derbarê berxwedan û operasyona Tofana Qudsê ya ku vê serê sibê li dijî siyonîstan hat destpêkirin û serkêşiya wê Hemas û Tûgayên Îzzetîn el Qessamê dike de beyanat da.

Yapicioglû li ser hesabê xwe yê medya civakî banga destekê bo berxwedana Filistînê kir û weha got:“Hema her roj li dijî Mescîda Eqsayê êrîş tên kirin û însanên bê guneh bê mehkemekirin tên qetilkirin û înfazkirin. Her roj îşxal tê berfireh kirin. mal û xaniyên wan tên xera kirin. Dinya li dijî van cînayetana bê deng dimîne. Em her tim li ba berxwedana Filistînê ne ku li dijî êrîşên ku siyonîstên îşxalker dikin. Hetanî ku temamî Filistîn azad bibe emê li cem xelkê mezlûm ê Filistînê bin. Siyonîst li herêmê astengiya herî mezin e. Zîhniyeta siyonîstan li dijî aşitiya dinyayê tehdîdeke pir mezin e. Di serî de teşkîlata Hevkariya Îslamî û welatên Îslamî, temamî sazî û dewlet ferq nake divê herkes li dijî îşxala siyonîstan ya li Filistînê bisekinin û li cem berxwedanê cîh bigrin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno