Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Hûseyîn Yilmaz digel Serokê Bajêr a Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu û digel bi heyete xwe re çûne şîna Mehmet Şerîf Şîmşer û Abdulcelîl Talayhan ên ku ji teref HDPyîyan ve hatibûn qetil kirin.
Piştî xwendina Qur’ana Mela Kerbela Şanli Hûseyîn Yilmaz axavtinek kir.
Yilmaz di derbarê qetilkirina her 2 endamên HUDA PARê de wiha got: “ Birayên me nemerdane û qelaşane şehîd kirin.Em ji Rebbê xwe hêvî dikin ku mezlûmtîya wan bi izna Xwedê bibe wesîleya hişyarîya vî miletî, bila bibe wesîleya vekirina çavên xafilan.”
Yilmaz axavtina xwe wiha domand: “Dixwazin Kurdistanê têxin mîna gola xwînê. Li Kurdistanê komek heye ku ji şeytana re tu karî naberde. Ev kom fitn û fesadîyê hilgirtîye li ser milên xwe. Ev kom qet naxwaze ku li Kurdistanê aşîtî û aramî hebe, dixwazin ku Kurdistan bibe gola xwînê. Çareserîya vî tiştî hevalbûyîna wan kesên rast û qencan e. An ew ê bi rast û qencan re hereket bikin an jî ew ê li pey wan neqencan biçin û bi vî awayî jî e ê bibin mustehaqê cizeya.
Yilmaz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Inşaallah şehîdên me di cenetê de ne. Lê belê yên ku vî zilmî li wan kirine di cehenemê de ne Xweda yê Teala ji heval û malbatên şehîdan re sebrekî cemîl nesîb bike. Rebbê min şehadeta wan qebûl bike.
Heyeta HUDA PARê piştî ku zarokên şehîd Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdûlcelîl Talayahan ziyaret kir re ji gund veqetîyan. (İLKHA)