Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê Kerkuka ku tê xwestin demografîya wê bê guhartin de daxuyanî da

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê gundên Kurdan ên ku tên xwestin bên valakirin û derheqê zext û zordarîya ku li gundên Kurdan ên li Kerkukê li Kurdan tên kirin de daxuyanî da.

Saglam di daxuyanîya xwe de bang li sazîyên navneteweyî kir û derbarê mijarê de wisa got: “Tê îddîakirin ew gundên Kurdan yên ku girêdayê navçeya Pirdeya Kerkukê ne ji teref hêzên Iraqê ve bi hincetên cuda tên valakirin û Kurd jê tên derxistin. Ji bo Kurd ji wan gundên xwe derkevin û bingeha herêmê ya demografîk bê guhartin ceyrana gundan tê qutkirin û bi hinceta ewlehîyê midaxele li gundan tê kirin ku ev yek dibe sedema dilmetirsîyê.Divê rewşa wan gundîyên ku zext û zordarî li wan tê kirin da ku ji gund derkevin ji teref sazîyên xweser ên navneteweyî ve bê lêkolînkirin. Pêwîst e fealîyetên bi vî awayî “sûcê însanetîyê” bê qebûlkirin û kesên ku vê sûcê dikin jî divê bên mahkûmkirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hezkirina Pêxember tu astengî nasnekir
Amed de amadeyîyê aktîvîteya Mewlidê Nebîyî dest pêkerdî
Li gundê Çinarê piştî barîna zîpikê her der spî bû
317 rêyên gundan hatin girtin
Piştî barîna berfê li Şirnexê, bajar spî bûye