Serokê Giştî yê HUDA PARê: Ez banga mudafakirina Mescîda Eqsayê li temamê Mislimanan dikim

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê Filistîna ku ji teref çeteyên terorîst ên siyonist ve hatiye îşxalkirin de daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de bang li temamê Mislimanan kir da ku Qudsa pîroz û Mescîda Eqsayê biparêzin.

Saglam  di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê hemû kes destekê bide kesên ku di oxira Eqsayê de şer dikin û dû re wiha got: “Tiştê ku dê ummetê ji temamê alozî û nakokîyan û îxtîlafan xelas bike û tiştê ku dê di nav ummetê de wehdetê tesîs bike Mescîda Eqsa ye. Ez banga mudafakirina Mescîda Eqsayê li temamê Mislimanan dikim. Divê hemû kes destekê bide kesên ku di oxira Eqsayê de şer dikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"