Serokê Giştî yê HUDA PARê: Ger hûn dixwazin meseleya Kurd çareser bikin a niha tam wextê wê ye

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha gerên welêt de li Kahtaya navçeya Semsûrê bi muxtaran re hat ba hev.

Yapicioglu di hevdîtina ku kir de derheqê rojeva hundir de nirxandinên balkêş kir û balan kişand li ser meseleya Kurd û çareserîya wê.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de derbarê mijarê de destnîşan kir: “Ger hûn dixwazin meseleya Kurd çareser bikin a niha tam wextê wê ye. Ew kesên ku di destên wan de çek hene a niha nikarin li nava welêt çalakîyan bikin ku ger hûn di vî warî de gav bavêjin da ku meseleya Kurd bê çareserkirin ew ê ti kes nikaribe ji we re bibêje ew bi zora çekan di vî warî de gav avêtin. Tiştên ku divê ji bo çareserîya vê meseleyê bên kirin pêwîst e a niha bê kirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Parlamenterê HUDA PARê Demîr ji daxuyanîya wekîlê CHPê ku gotibû “1400 sal e” zilm tê kirin re bertek
Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 birîndar