Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê meha Remezanê de peyamek belav kir

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir dedestnîşan kir, meha Remezanê ji bo temamê Mislimanan fersendeke mezin e û divê her Misliman bi heqê wê ji vê mehê îstîfade bike.

“Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin…”

Saglam di destpêka peyama xwe de destnîşan kir “Hemd ji Wî Xwedayî re be ku me gihand Remezana Şerîf a ku  meha rehmet, mexfîret û rizgarbûna ji agir e”  û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez hêvî dikim ku temamê alema Îslamê bi heqê wê ji feyz û bereketa meha Remezanê îstîfade bike.

Weke ku tê zanîn her ku diçe civak feqîrtir dibe, meseleyên maddî û manewî zêdetir dibin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de meha Remezanê bibe wesîle ku di navbera feqîr û zengînan de hevkarî çêbibe, di navbera  kesên îdarevan û kesên ku tên îdarekirin  de  pêwendîyeke bi qewet û musbet tesîs bibe.

Ji bo wan kesên ku di îsraf û luksîyê de dijîn, meha Remazanê fersendeke mezin e. Divê  ew sedema birçîbûna gel û sefalata di nav gel de lêkolîn bikin û bi wê ferqa mezin a di navbera tebeqeyên di civakê de rûbirû bimînin.”

“Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran”

Saglam di dawîya peyama xwe de destnîşan kir, bila Remezan bibe wesîleya xêr û bereketê û dû re wiha dawî li peyama xwe anî:” Ez hêvî dikim ku em tevde di meha Remezanê de ji bo rizgarîya wan mazlum û muztazafên ku mafên wan hatine xesbkirin û tên dagirkirin dia bikin. Ez niyaz dikim ku meha Remezanê ji bo temamê cîhanê û nexasim ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran. Remezana we mibarek be.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin