Serokê Giştî yê HUDA PARê li Êlihê îda welatîyan pîroz kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Êlihê îda welatîyan pîroz kir.

Yapiciogluyê ku roja duyemîn a Îda Qurbanê li Semsûr û Mereş digel welatîyan derbas kir û îda welatîyan pîroz kir di roja çarem a îdê de çû Êlihê. Yapicioglu li avahîya bajêr a partîya xwe welatîyan qebûl kir û li wê derê îda wan pîroz kir.

Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî beşdarî bernameya pîrozbahîyê bû. Piştî pîrozbahîyê welatîyan bi Yapicioglu re sûretên xatirayê girtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"