Serokê Giştî yê HUDA PARê li Erzîncanê derd û kulên dikandaran guhdar kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Erzîncanê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Zekerîya Yapicioglu di bergeha serdanan de çû Erzîncanê û bi Serokê Bajara Erzîncanê yê HUDA PARê Muhsîn Bariş re hevdîtin kir û derheqê xebatên partîya xwe de jê agahî wergirt.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re vêcar jî Yapicioglu dikandarên li ser Kolana Walî Recep Yazicioglu ziyaret kir û derd û kulên dikandaran guhdar kir. Di ziyareta ku hat kirin de Yapicioglu destnîşan kir problemên îqtîsadî kûrewî ne û sedema sereke ya ku bûye sedem îqtîsad bikeve vî halî pergal bi xwe ye.

Di ziyareta ku hat kirin de dikandarên Erzîncanî jî kêfxweşîyên xwe anîn zimên û gazin ji zam û bûhabûnê kirin û daxwaz kirin ku problem demildest bên çareserkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e