Serokê Giştî yê HUDA PARê: Pêwîst e Tirkîye ji makeqanûna darbeker a leşkerî xelas bibe

Zekerîya Yapicogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir, ev bû 40 sal ku Tirkîye bi makeqanûna darbeker a leşkerî ya 12ê Îlonê tê îdarekirin ku divê Tirkîye ji vê makeqanûnê xelas bibe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicogluyê ku li Entalyayê bi endamên çapemenîyê re hat ba hev derheqê rojevê de nirxandinan kir.

“Pêwîst e Tirkîye ji makeqanûna darbeker a leşkerî xelas bibe”

Yapicioglu di nirxandina ku kir de balan kişand li ser makeqanûna mewcûd a li welêt û derheqê mijarê de wisa axivî: “Ev bû 40 sal ku Tirkîye bi makeqanûna darbeker a leşkerî ya 12ê Îlonê tê îdarekirin. Bes ne ev makeqanûn gelek qanûnên ku ji wê demê mane hêj di meriyetê de ne. Dû re ew kesên ku vê darbeyê kirin hatin darizandin û hatin mahkûmkirin. Hinek ji van darbekerên ku hatin mahkûmkirin ji ber ku miribûn derheqê wan de qerarek nehat dayîn û hinek darbeker ên ku derheqê wan de qerara mahkûmîyetê hat dayîn ji ber nexweşîyên xwe neketin girtîgehê; lê belê mahkûmkirina vê darbeyê muhîm e. Lê belê welêt hêj bi makeqanûna wê heyamê tê îdarkirin. Ev eybeke mezin e. Ev eyb a meclisê û ya wan partîyên di meclisê de ne.Bi vê wesîleyê ez cardin wê banga xwe ya nûkirina makeqanûnê nû dikim. Pêwîst e Tirkîye ji makeqanûna darbeker a leşkerî xelas bibe.”

“Divê baregahên leşkerî yên Amerîkayê demildest bên girtin”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser baregahên leşkerîy yên Amerîkayê yên li Yunanistanê û derbarê mijarê de wiha got: “Tirkîye divê nerazîbûn û acizîya xwe ya ji ber hebûna van baregahan divê bîne zimên. Em dixwazin di vî warî de balan bikşînîn li ser tiştekî din. Ev baregah li derveyî sînor in, lê belê divê neyê jibîrkirin ku hinek baregahên Amerîka di serî de li Încîrlîk û li çend cihên din jî hene. Em banga xwe ya ‘Divê ev baregah demildest bên girtin’ cardin tînin zimên.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Evîndarên Pêxember: Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e
Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e