Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Krîtera serfirazîya perwerdehîyê perwerdekirina însanekî baş e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê sala xwendinê ya 2023-2024an de peyamek weşand "Her çend di makeqanûnê de tê gotin ku perwerdeya seretayî li dibistanên fermî mecbûrî û bêpere ye, lê ji bo malbatên ku di tengasiya aborî de bare.

Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê sala perwerdehiyê ya nû de peyamek weşand û xwest ku sala perwerdehiyê ji xwendekar, mamoste û dêûbavan re bibe wesîleya xêrê.

Yapicioglu destnîşan kir ku krîtera sereke ya serfirazîyê ew e ku di parvekirina xwe de mirovekî baş mezin bike û weha got:

“Hêvî dikim sala nû ya xwendinê, ku îro dest pê kir, ji bo zêdetirî 20 milyon xwendekar û zêdetirî 1 milyon mamosteyan serketî be.

Divê em ji bîr nekin ku krîtera serfirazîya perwerdehîyê perwerdekirina însanekî baş e.

Ji aliyê din ve, her çend di Destûra Bingehîn de tê gotin ku perwerdeya seretayî li dibistanên dewletê mecbûrî û belaş e, lê perwerde ji bo malbatên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin dibe barek mezin.

Tenê nedana xerca dibistanê an nedana pirtûkên dersê nayê wê wateyê ku perwerdehiya belaş e. Divê mesrefên qirtasîye û heqên serwîsan jî ji bo malbatên kêm-dahat werin vegirtin.

Bi vê minasebetê careke din sala nû ya xwendinê pîroz dikim û hêvîdar im sala nû ya xwendinê ji bo xwendekar, mamoste û dêûbavên me bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno