Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li Kocaelîyê dikandaran zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi tevî lijneya bi wî re li Îzmîtê dikandaran zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku ji bona hinek zîyaretan hatibû Kocaelîyê; bi lijneyeke ku bi alîkarên serokê giştê pêk tênê dikandaran zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku bi dikandaran re eleqeder bû, pirsgirêkên wan gohdar kir û da nvîsandin. Di zîyaretên ku pirsgirêkên zêdebûna kirêyan hatin gotin de, dikandar ji zêdebûna kurê ya aborî derdê xwe anîtin ziman.

Di berdewama zîyaretê de Yapicioglu bi welatîyên ku di rê de rastî hev hatin re axivî, pirsgirêkên wan jî gohdar kir. Bi taybetî welatîyên emekdar pirsgirêkên anîtin ziman û gotin ku ji ber zêdebûna ku ji tiştan re hatîye meaşên wan gelek kêm mane û di alîyê debarê de zehmetîyekî mezi dikşînin.

Yapicioglu û lijneya bi wî re di Mizgefta Fevzîyeyê de nimêja nîvroyê kirin û piştî nimêjê bi welatîyan re hat cem hev û bi wan re axivî.

Hat hînbûn ku ew ê zîyaretên Yapicioglu li Kocaelîyê berdewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno