Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu nimêja eydê li Êlihê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji ber minasebeta  Eyda Remezanê çû Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Şevket Başakê eda kir. Yapicioglu piştî nimêjê eyda xelkê pîroz kir.

Yapiciogli di daxuyaniya ku da de diyar kir hemd ji Wî Xwedayê ku wan gihaştandiye Eyda Remezanê. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî wê meha Remezana ku îqlîma rahmetê  ye muminên ku Remezanê bi rojî, terawîh, sedeqeyên fitrê û bi zeketa borandin eyda ku wek xelatiyek ji teref Xweda ve hatiye dayîn pîroz dikin. Eyd ji şîarên Xweda ye. Ji nîşaneyên Wî ye. Digel temamê tiştên neyînî înşallah mumin heta qiyametê dê şîarên Xwedê her tim zinde bigrin û ew ê eydan her tim pîroz bikin. Em ê di van rojan de navê Xwedê bi tekbîr û hemdan bilind bikin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir înşallah heta ku em qedr û qiymeta van rojan zanibin em ê wek ummeta Îslamê qedr û qiymeta me jî zêde bibe. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xw zêde kir: “ Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim da ku ev eyd bibe wesîleya derketina ummeta ya ji nav van neyîniyan, dawî bûna van êşan, tesîskirina biratî û aramiyê û nexasim xelasbûna xirecira di naveyna Mislimanan de. Ez cardin eyda temamê alema îslamê pîrzo dikin.”

Yapicoglu piştî camiyê  çû ser qebra diya xwe û pîrika xwe û dû re qebra şehîdan ziyaret kir.(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe