Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Em ê dîsa sikûneta xwe muhafeze bikin

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşa ku doh li partîya wan hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di bernameyeke zindî ya ku hat kirin de wê êrîşa nîjadperest û faşîst a ku doh li Trabzonê li endamên wan hat kirin nirxand.

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, berî êrîşa dawî bi rojekê ji bo rageşî zêde nebe endamên wan standa xwe berhev kirine û doh jî cardin standa xwe vekirine. Yapicioglu dûre wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Lê belê hinek provakator bi agahîyên derew û nerast însanan li wê derê top kirin û bûn asteng ku em siyasetê bikin. Ev yek ji hêla qanûnî ve sûc e. Ji teref hevalên me ve hat tespîtkirin ku di nav vê provakasyonê de CHP, Zafer Partîsî û ÎYÎ Partî heye. Ew ê li ber hiqûqê hesabêvê yekê ji wan bê pirsîn. Em ê dîsa wek her car sikûneta xwe muhafeze bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?