Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê îro li Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temela bibe

Ew ê bi beşdarbûna Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê li Diyarbekirê merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bê tertîpkirin.

Mizgeft û Kullîyeya Selahaddîn Eyyûbî ya ku berî vê 6 salan temela wê hat avêtin ew ê bi merasîma ku bê tertîpkirin bê vekirin. Merasîm îro di seat 16.00an de dest pê bike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi peyama ku li ser medyaya civakî belav kir destnîşan kir ew ê li Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bibe û derbarê mijarê de wisa got: “ Em ê digel Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê temela avahîyan bavêjin. Hema dûre jî ew ê merasîma vekirina Camîya Selahaddîn Eyyûbî bê kirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne