Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu: Fîlmê "6-8ê Cotmehê" dê hovîtiyên ku hatine kirin ronî bike!

Serokê Giştî yê HUDA PARê û namzedê Parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu derbarê fragmana fîlma "6-8ê Cotmehê" ya ku têde qala qetilkirina Şehîd Yasîn Börü û hevalên wî dike de nirxandinan kir.

Heyata Yasîn Börü, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneş ên ku di Eyda Qurbanê ya sala 2014an de goştê qurbanan li feqîran belav dikirin ji teref hovên ku li ser banga HDP/PKKyê derketin kolanan hatin qeti kirin bû mijara fîlmê.

Yekemîn fragmana fîlmê ku hêj hûrgiliyên wê nehatine parvekirin, hat weşandin. Fragmana ewil a fîlmê ku navê wê "6-8'ê Cotmehê" hat diyarkirin, li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dît.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê fîlmê da daxuyanî da û diyar kir ku ew hêvîdar in ku fîlm wê wehşeta hovane ronî bike.

Daxuyaniya Yapıcıoglu wiha ye:

"Ez hêvî dikim ku fîlima ku dê di demek nêzîk de were weşandin wê ronahiyê bide ser wê hovîtiyê û bibe alîkar ku bê famkirin ka em bi zihniyeteke çawa re micadele dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?