Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo Narînê peyama sersaxîyê weşand

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve ji bo Narîna 8 salî ya ku berî vê 19 rojan li gundê Tavşanliya Diyarbekirê winda bûbû û îro cenazeya wê hat dîtin peyama sersaxîyê hat weşandin.

Yapicioglu di peyama ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa got:

"إِنَّا لِلَّٰهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ

Mixabin cenazeya qîza me ya bi navê Narîn hat dîtin ku ew berî vê 19 rojan li Gundê Tavşanliya girêdayê navçeya Baxlara Diyarbekirê winda bûbû. Li gorî agahîyên ku hatine belavkirin wisa xuya dike ku Narîn hatiye qetilkirin. Ên ku vê qetlîamê kirine kî dibe bila bibe lazim e cinayet bi şiklekî hûrgilî bê lêkolînkirin û kesên mesûl bên cezakirin. Ji Xwedê ji bo qîza me Narîn rahmet û ji bo hezkirîyên wê û milletê xwe jî sersaxîyên xwe tînim zimên.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"