Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Kîlîsê erdhejzedeyan zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Kîlîsê bi erdhejzedeyan re hat cem hev û pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir.

Zekerîya Yapiciogluyê ku di seatên ‘ewil yê erdhejê de di sehayê de ye, zîyaretên xwe û gohdarkirina pirsgirêkên erdhejzedeyan didomîne. Yapicioglu vê carê jî li Kîlîsê ye.

Yapicioglu li Kîlîsê erdhejzedeyan zîyaret kir. Avahîyên ku di erdhejê de enqaz bûne zîyaret kir û li wan deran lêgerînan kir, ji welatîyên ku li wê derê ne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş kir.

Yapicioglu dû re jî beşdarî şîna malbatan bû, êş û janên malbatan parve kir û ji wan re sebr û sersaxîyê daxwaz kir.

Bêguman dikandar jî ji erdhejê tesîrdar bûn û Yapicioglu dikandaran jî zîyaret kir û pirsgirêkên wan jî gohdar kir.

Hat hînbûn ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê hêj li Kîlîsê be û zîyaretên xwe bidomîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin