Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Mîdyadê dikandaran zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku ji bo hinek zîyaretan çû Mîdyadê û zîyaretên xwe didomîne, dikandarên Mîdyadê zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku ji teref Mîdyadîyan ve bi eleqedar hat pêşwazîkirin, demek bi dikandaran re zîyaretê kir.

Derheqê pirsgirêkên mehellî de jî agahîyan girt û nerînên xwe yên li meseleyan jî qal kir.

Yapiciogluyê ku di vekirina dikanekî de axavtinek kir weha got, “Em bi aborî di wexteke zehmet de derbas dibin, dikanderên me ji firotinên xwe yên ku wek berîya pandemîyê nînin gilîyan dikin. Niha tespîtên me yên li Mîdyadê û Estelê ku di zîyaretan de bidestxistîye ev e ku, sekina ku çend meh berê hebû niha hêdî hêdî tê şikandin.”

Yapicioglu ji Xwedê daxwaz kir ku ev pirsgirêka aborîyê ya ku li gorî yên berê dirêj derbas bû û bû sedema gelek zehmetîyan bila êdî dawî bibe û bibe sedema qezencên xêrê, welat jî bi meddî û aborî bighêje hizûrê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin