Serokê Giştî yê Kerwana Hêvîyê: Li erdhejzedeyan xwedîderketin wezîfeya me ya Îslamî û însanî ye

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Kerwana Hêvîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref wan ve ji bo erdhejzedeyan tên kirin de nirxandinan kir.

Kurtaran di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ew wek Kerwana Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Eli li sehayên erdhejê ji erdhejzedeyan re dibin alîkar û hewl didin birînên erdhejzedeyan re bibin derman.

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de ban li xêrxwazan kir û got: “Em ji vê derê bang li xêrxwazan dikin Lazım e ev xebatên alîkarîyê bênavber berdewam bikin. Xweda xêra wan xêrwazan qebûl bike ku ji roja ewil ve ji me re dibin alîkar û me bi tena serê xwe nehiştin. Em hêvî dikin ku ji îro pêve jî ji me re bibin alîkar. Divê bê zanîn li erdhejzedeyan xwedîderketin wezîfeya me ya Îslamî û însanî ye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin