Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Rûsyayê civiya

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Elbrus Kutrashef Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Di civînê de Barzanî pîrozbahiya li destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Rûsyayê kir.

Balyozê Rûsyayê sosretiya xwe bi proseya avadankirin û binyatnan û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku Wezareta Derveyê welat girîngiyê bi pirsa Kurd dide, her wiha behsa Kurdên Rûsyayê kir ku li gelek warên girînên welat da çalakin û xwedî rol û pêgehên xwe yên diyarin.

Ji bilî li hilbijartinên pêşwext û rewşa Iraqê bi giştî, korona û helmetên derzî lêdana pêjika dijî Kovid – 19, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên welat, mijareke dinê civînê bû. Li civînê da her du alî hevra bûn ku rewşa Sûriye û kêşeyên welat divê li rêyên siyasî ve bêne çareser kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e