Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazîya Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan kir

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan îro gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ji Bexdayê veqetîya û çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan dê li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Herwiha biryar e îro Serokomarê Îranê li Hewlêrê ligel hinek aliyên siyasî jî bicive û li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, danûstandinên bazirganî yên di navbera her du aliyan û çend mijarên din gotûbêjan bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir