Serokê Herêma Kurdistanê serdana Komela Dadgerî û Yekgirtiya Îslamî kir

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li gel Cîgirên Serok, serdana her yek li Komela Dadgeriya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Di du hevdîtinên cûda de li gel her yek ji Mamosta Elî Bapîr Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê û Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û berpirsên her du aliyan, rewş û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hatin nirxandin.

Di her du hevdîtinan de tekez li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyaneya alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayî da kirin û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.

Hemû hevrê bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçêweyekî karê hevbeş ya di navbera aliyan ya bi navê parastina berjewendiya bilindên Herêma Kurdistanê da dûrî li nakokî û cûdahiyên siyasî, erkê hemuyane.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e