Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê civiyan

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê li gel Mihemed Baqir Qalîbafê Serokê Encumena Şûraya Îslamî ya Îranê civiya.

Civîna ku bi amadebûna xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê birêveçû û tê da pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê guftûgo kirin.

Di civînê de ji bilî şanda li gel Serok Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê jî amade bûn, her wiha di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"