Serokê giştî yê Partiya Doza Azad Zekeriya Yapicioğlu, bi armanca xebatên partiyê li cî bibîne çû Meletê. Yapicioğlu digel heyeta pê re, ji aliyê serokbajarê partiyê yê Meletê û teşkîlata partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Li bînaya partiyê civîn pêk hat. Îdarevanên partiyê yên bajêr û navçeyan tevlî civînê bûn.
Serokê giştî Yapicioğlu di qismê civînê yê ji medyayê re vekirî de xeberdaneke kin kir. Îfade kir ku li pey gotinên xwe yên di hilbijartinên herêmî ên 30ê Adarê de dane ne û wê li ser eynî îstîqametê dewam bikin.
Pey pirs û cewaban Yapicioğlu, di heqê rota ku wê bişopînin de agahî dan.