Serokê Karên Diyanetê Gormez di nimêja şeveqê de bi Diyarbekiriyan re hat bal hev

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê di nimêja şeveqê de bi Diyarbekiriyan re hat bal hev.

Gormezê ku ji ber minasebeta salvegera 379emîn fetihkirina Diyarbekirê a  ji teref artêşa Îslamê ve hat bajêr  di Mizgefta Mezin a ku 5emîn herema şerîf a Îslamê ye  di nimêja şeveqê de melatî kir.

Gormez piştî ku  ji cemaeta mizgeftê re melatî kir re  axavtinek kir û di axavtina xwe de qala ehemiyeta nimêja şeveqê kir. Gormez diyar kir ji xwendina Qur’anê ya ku di nimêja şeveqê de tê xwendin re  temamê melekan şehadet dikin.

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir  divê mirov ji nimeta nimêja şeveqê mehrûm nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwe ji rojê 5 caran bi Rebbê xwe re axavtin û kirina sohbetê mahrûm nehêlin. Alema Îslamê ji nav zehmetiyên mezin derbas dibe. Hûn jî em jî ji nav zehmetiyên mezin derbas dibin ku Rebbê me ji me re bike nesîb em van zehmetî û mişkîleyan li pey xwe bihêlin. Bila cardin li vê welatê me yê ku bajêra sehabiyan e  tu zarokên me nemirin û tevlî neqenciyan nebin. Çare û rêya vê yekê  xwe bi rûh, can û qelbê xwe bi dînê Mubîn ve girtin e.”

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji xwendina kitêba Xwedê û ji Resûlê Xwedê re ummetbûyînê pê ve şerefeke mezintir tuneye.(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe