Serokê kevin a HUDA PARê ya navçeya Tarsûsê leqayî êrîşê hat

Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê, kesên ku rûyê wan girtîbûn bi hinceta bûyerên Sirûcê êrîşî M. Alî Kutan ê ku Serokê kevin a navçeya Tarsûsê ya Partîya Doza Azad kirin. Kutan di êrîşê de giran birîndar bû.

M. Alî Kutan ê ku  li ber devê derîyê kargeha xwe rûnîştî bû leqayî êrîşê hat û di êrîşê ku lê hat kirin de giran birîndar bû.

Hat ragihandin M.Alî Kutan berî niha Serokatîya HUDA PARê ya navçeya Tarsûsê kiriye.

Hat hînbûn ku berî niha jî ji teref  hinek kesan ve bi molotofan êrîş li dikana wî hatiye kirin û ew kesên êrîşkar xwestine ku dikana wî  bişewitînin. Lê ji ber ku hemwelatîyên ku li derdorê bûn ji êrîşkaran re bûne asteng, êrîşkar revîyane û ji cihê bûyerê dûr ketine.

 Duh êvarî di seat 21.00an de  jî kesên ku bi hinceta Sirûcê xwe berdabûne sikakan bere xwe dane dikana Kutanî.

Kesên çekdar ji nişka ve M.Alîyê ku li ber dikana xwe dirûnişt dan ber guleyan. Dikandarên derdorê Kutanê ku giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn dema ku Kutan rakiribûn nexweşxanê rewşa wî giran bû. Piştî ku wî rakirin nexweşxanê hat ragihandin ku rewşa wî ya niha bi ber başbûn ve diçê.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar