Serokê Platforma Nesla Quranê Mele Beşîr Şîmşek: Kafir ji hev belavbûna me cesaretê digrin

Beşîr Şîmşekê Serokê Platforma Nesla Quranê di mîtînga “Xwedî li Quranê Derkeve” ya ku li Êlihê tê tertîpkirin de derheqê êrîşa ku li Swêdê li Quranê hat kirin de axavtinek kir.

“Ey ehmeqno! Di temamê dîrokê de Quran hat muhafezekirin, hûn çawa karibin nûra wê bitefînin.”

Şîmşek di axavtina xwe de êrîş û haqerata ku hatiye kirin telîn kir û derheqê mijarê de balan kişand li ser ehemmîyeta Quranê ya ji bo Mislimanan û derbarê mijarê de wisa axivî: Quranê bixwînin û îman pê bînin. Xweda ferman dike “Ew dixwazin bi devê xwe nûra Xwedê ji holê rakin. Hal ew e ger kafir nexwazim jî ew ê Xweda nûra xwe temam bike. “ Lê belê ew kafir vê yekê ji bîr dikin. Xweda ferman dike, ew dixwazin nûr û kelama Xwedê ji ser rûyê erdê rakin. Lê ew nizanin Xwed wisa dibêje: “Bêşiphe ê ku Quranê nazil kir em in û elbet em ê wê muhafeze bikin. Ey ehmeqno! Di temamê dîrokê de Quran hat muhafezekirin, hûn çawa karibin nûra wê bitefînin.”

“Wellahî wellahî! Ger îro li Ewrûpayê heqaret li Quranê tê kirin ev yek sûcê me ye”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de bang li temamê Mislimanan kir da ku hukmên Quranê di jiyana xwe ya rojane de tetbîq bikin û wiha got: “

Xuşk û birayên min! Heta ji destên me tê em lanetê li kafiran bînin û derheqê wan de xeber bidin, feydeya wê heta derekê ye. Divê em li xwe binêrin. Ma ne lazim e ku em xwe bikşînin muhasebê? Kafir îro vê cesaretê ji kî distînin? Çima her roj tiştên wisa dikin? Gelo di vê yekê de sûcê me tune ye? Welatên Îslamî! Gelên Misliman! Divê em piçekî sûcê di xwe de jî bigerin. Ew bêedebîyê li hember Quranê dikin. Mixabin ev yek jî ji ber belavbûna me ye û tunebûna tifaqê ye. Ew cesaretê ji tunebûna tifaqa di nav me de distînin. Em dibînin ku em bi Quranê emel nakin û Quran ji jiyana me derketiye. Dîsa ew dibînin di meclîsên me de hukmê Quranê tune ye. Dîsa ew dibînin me Quranê ji ticaret, siyaset, mal û jiyana xwe derxistiye. Ew dixwazin tiştê mayî jî ji holê rakin. Wellahî wellahî! Ger îro li Ewrûpayê heqaret li Quranê tê kirin ev yek sûcê me ye. Berîya wan me heqaret li hukmê Quranê kir.Berî ku ew Quranê biqetînin me hukmên wê qetand. Me maneya wê ji heyata xwe derxist. Haşa, berî ku ew pelên Quranê bixin bin pîyên xwe me hukmên wê ji jiyana xwe derxist û qedr û qiymet nedayê. Îro di jiyana me de Quran xwedî qedr û qiymeteke çawa û çi qas e. Divê pêşî em bi xwe de bixeyidin. ”

“Ger em xwedî li Quranê derketibana û qedr û qiymet daba Quranê ew ê cesaret nekiribana û Quranê neşewitandibana”

Mela Beşîr di berdewam axavtina xwe de wisa got: “Ger em xwedî li Quranê derketibana û qedr û qiymet daba Quranê ew ê cesaret nekiribana û Quranê neşewitandibana. Baş e, em îro dikarin çi bikin? Ji bo em karibin van qustax û nemerdan rezîl û riswa bikin divê berîya herî tiştî em xwedî li Quranê derkevin. Quranê bixwînin û bidin xwendin. Divê mal û dikanên me bibin wargehên perwedehîa Quranê.Em dikarin bi vî şiklî heyf û tola xwe ji wan bistînin. Divê di navenda jiyana me de Quran hebe. Divê hukmê me ya Quranê be û amelên me jî li gorî Quranê be. Bi kurtasî divê em bi Quranê amel bikin. Nabe ku em Quranê bi dîwarê mala xwe be daleqînin û pê amel nekin. Ger em li van tiştan dîqqet bikin em ê wê çaxê kafiran poşman bikin û ew ê planên wan xera bibin. Ew ê cardin cesaret nekin ku tiştekî wisa bikin. Bi hatina vê derê em zen nekin ku wezîfeya me ya li hember Quranê bi dawî bû. Wezîfeya me ya rastî ji a niha pêde dest pê dike. Dema ku em çûn malên xwe divê em cardin Quranê bixwînin.”

Mela beşîr di dawîya axavtina xwe de bang li alim, seyda û melayan jî kir da ku xwedîtî li Quranê bikin û di nav gel de belav û geş bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.2yan de erdhej
Li Konyayê li heman taxê ji ber hezazê 15 hewtik çêbûn
Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd