Serokê Meclisê Mustafa Şentop: Ji ber dijmintîya dîn hinek kes ji îmam xatîbîyan aciz dibin

Serokê Meclisê Mustafa Şentop beşdarî Komxebeta 19emîn a Îmam Xatîbîyan bû û di komxebatê de axavtinek kir.

Şentop di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Ew kesên ku nikarin bi aşkere dijmintîya xwe ya li hember dîn û dîndaran bînin zimên, lîseyên îmam xatîbîyan ji xwe re dikin hedef.”

“Ew kesên ku berê xwe dane rojava zen dikin ku ew modern in”

Şentop di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wan kesên ku ji îmam xatîbîyan re dijmintîyê dikin û ji wan aciz in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek derdor hene ku ji îmam xatîbîyan aciz in. Sedema acizîya wan a sereke ne îmam xatîb bi xwe ne. Ew kesên ku nikarin bi aşkere dijmintîya xwe ya li hember dîn û dîndaran bînin zimên, lîseyên îmam xatîbîyan ji xwe re dikin hedef. Ew kesên ku berê xwe dane rojava zen dikin ku ew modern.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e