Serokê Weqfa Karwanê Hêvîyê: Heta ji destê me tê em ê hewl bidin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin.

Cengîz Kurtaranê Serokê Weqfa Karwanê Hêvîyê derbarê xebatên piştî erdheja Mereşê da daxuyanî da û got, "Bi izna Xwedê em ê di Remezanê û piştî Remezanê da em ê li cem gelê xwe bin."

Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê, Cengîz Kurtaran axavtin û nirxandina xwe ya derheqê mijarê de wiha domand: "Em wek Weqfa Kerwana Hêvî, Ewrûpa Yetîm Elî, Weqfa Yetîman û ÎHO EBRAR ji kêliya ewil a erdhejê heta niha li herêmên erdhejê amade bûn. Me bi hemû ekîbên xwe re li qadan bûn da ku birînên birayên xwe bipêçin. Îro 59emîn roja erdhejê ye û em li ba xuşk û birayên xwe amade bûn. Xweda nesî bike û iznê bide em ê di Remezanê û piştî Remezanê da em ê li cem gelê xwe bin

Kurtaran di berdewama daxuyanyanîya xwe de diyar kir ku ew xebatên xwe yên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê didomînin û wiha got: "Me wek malbata Kerwana Hêvî li gel komele û weqfên xwe yên pêkhateyên din ji bo 3 milyon û 500 hezar kesî xwarinên germ da. Ji xeynî vê yekê dîsa ji bi dehhezaran însanan alîkarîyên cûrbecûr kir. Ez gelek spasiya endam û dildarên me dikim. Xwedê ji wan razî be û ew ê xelata wan bide. Em ji xêrxwazên me dixwazin ku di vê Remezanê de piştgirîya xwe bidomînin û endam û dilxwazên me jî bi hatina li gel me beşdarî xebatên me bibin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne