Serokkomar Recep Tayîp Erdogan Serkantiya Giştî ziyaret kir. Piştî ziyaretê Erdogan daxuyanî da endamên çapemeniyê. Erdogan di daxuyaniyê de diyar kir di derbarê teqîna Emqerê ya ku 28 kesan jiyana xwe ji dest dan de 14 kes hatine hatine binçav kirin.
Her wiha Erdogan diyar kir ji xeynî kesên ku tabûrcî bûne 28 birîndar di nexweşxanê de ne. Erdogan ji b ovan kesan daxwaziya şîfayê kir.
Erdogan wiha axivî: “Ev bûyer dide nîşan operasyonên ku di van demen dawî de li dijî çalakiyên rêxistinê tên lidarxistin bi şiklekî baş fêkî daye. Ev encamên ku em bidest dixin bi taybet ji bo gelê herêmê rewşekê erênî ye. Dema ku em lê mêze dikin em dibînin ku rewşekê navneteweyî di vê yekê de heye. Her çiqas PKK û PYD bibêjin têkiliya me bi vê yekê re tune jî rêxistinên îstîxbaratên me gor belgeyên ku bidest xistine dibêjin delîlê êrîşa vê yekê PKK û PYD tên nişandan.” (ÎLKHA)